zivistana dilê min.. bir bengin boti yazısı.
- admin's blog
- entry yazmak için giriş yapın veya kayıt olun
zivistana dilê min.. bir bengin boti yazısı.
|
o günden böyle asker kaputu giyip gizli bir geyik yavrusunu emziren gece çamaşırcısı anası yazdırmıştır: ah ki oğlumun emeğini eline verdiler |
|
~ |
|
|
|
David Bowie |
|
ulan sanki hiç olmamış gibi susuyorlar ya işte o daha fena koyuyor... |
Zivistane. Li cihna berf û bagere, li cihna seqeme. Gelek mirov di sermayê de ne. Ne nivaneka wan heye û ne cihek heye ku bi bal ve herin. Di serma demsalê de di qefilin.
lêbelê, dizanim ku çiqas dijwar ji be ev zivistan, dê her rojekî dawi bibe. Kesên di tengezarîyê de, di bin bandora xizanîyê de, dê bi gihêjin bihara xemilandî. Hundurên hemû belengazan dê germ bibin. Şahîyên wan dê geş bibin.
Lê nizanim dê kengi zivistana dilê min dawî bibe. Dê kengê germîya jiyanê di hundurê min de hêlina xwe çêke.
Zivistana Dinya’ye, bi mihan tê hejmartin. Li ser bûyerên ku di van mihan de derbasbuyîn, gelek çirok û efsane hatine çêkirin. Gelek sitran hatine gotin, gelek qêrînên van miha bûne awaz û ketina nav perên dîrokê.
Li nizanim gelo dê kengê, dengê hawarên dilê min bên bihistin, kengê xem û xiyalin min, dê bibin awaz û ji hundurê min derkevin.
Zivistane. Ewrên reş, li ser bajaran digerin. Hemû mirov bi hêvîya dilopên rehmê li ewra di nêrin. Cotkar û karker, bajarî û gundî tev li benda bar danîna van ewra ne. De ji nû ve şin bibe rûyê erdê. De çem û kanî tije bibin û bi coşek mezin bi herikin.
Lê belê kiyê ji min re bi je, gelo ewrên di hundurê min de dibezin dê kengê barê xwe danin. Dê kengê ji nu ve hêşîn bibin hêvîyên hezarsalî, kengê bi gihêm coşên dayimî.
Dê kengê bi herikim bi ser kulên qelişîve.
Dizanim ku zivistan zehmete, tengavîye, bêgavîye. Nexweşketina kal û zaroka, bê derfet ketina mezinaye.
Dizanim ku zivistan, kirasê li ser neyinîyan di rake, belengazîya bêkesan derdixe ser rûyê erdê. Ji ber vê yekê ji, xizanên bi rûmet ji zivistanan ne razîne. Na xwazin ku zivistan bi ser wan de bêt. Di biharan de, di Germa havinê de hestiyên xwe, çermê laşê xwe didin ber tavê û xwe germ dikin. Heta dema zivistanê bêhna xwe li germîyê derdixin.
Lê gelo ev dilê hejar, dilê xemgin û belengaz dê çi bike. Ji sermayên ku di hundur de hêlîn çêkirî, dê çawa xilas bibe.
Nizanim gelo ev melûlî dê kengê bê veguhestin bi bal şahîyê ve.
Çi tavîya heyî, bi ser vi dilê bê cil û berg ve têt. Tu dibe qey ricifa hemu dinyayê ketiye vî hundurî de. Ew qas di lerize, Mina çiqilekî nîv şikesti û di nêva bahozede mayî, di heje, di çe û tê.
Ya ku ev dîl tê de, ne nexweşîye ke, an ji birîne ke, ku bêt derman kirin.
Hema di ricife, hema di cemide, di nav xwede di qerise. Ne agir lê kar dike, ne Germa havînê an ji şahî û dilanê li hawirdor Rûyê wî geş dike..
Her dem di qefile, her dem di heje.
Evî dilî gelek biharên derewin dîtin, gelek caran hate xapandin bi beşişandinên sexte.
Evî dilê jar û xemgîn gelek pêlên giran di ser xwere avêtin, gelek buyerên jahrî daqurtandin.
Demên berê ne bi vi rengî bu, ne ev qas di ricifî. Demeki dirêj hemu dil mina xwe dizanî. Ne Kenê mirovan, derewîn di dît, ne giriyên wan. Heta ku rojekî, di kulanê jiyanê de, di bin tengazarîyê û neçarîyê de ew û rûyên mirovan li hev rast hatin, çawa ku çavên wan ketin pêşber hev, ma behitî. Di cihê xwe de hişk bû. Ji rastîya rûyên qirêj, ji durûtîyê, ji nerastîyê ma cemidî.
Dît ku Rûyê rastîyê cemidîye. Hinav û dilan di cemidîne. Mirovî ji jiyana germ dûr dike. Tirsa sermayê dixe nav hinavan .
Gava ku bi xwe hesa, li rewşa xwe nihêrî, dît ku di nava xwe de hatiye qeyd kirin. Tu mefer di destan de ne mane. Roj ber bi êvarê ve diçe.
Serma rastîyê singê xwe di nav de çikand.
Ji wê rojê û heta îro gav bi gav bêhtir di cemide, hişk dibe. Di ricife.
Zivistane. Di hemu demsalande zivistane. Di biharê de ji, di havînê de ji zivistane. Zivistana vi dilî ne rojaneye, di hemu dem û hemu rewşande ye. Zivistana dilan ne mina zivistanê demsalê ye. Dema cih ji xwere vekir nema bi şunde here.
Disa ji bi hêvî me. Li benda rojên germ im. Rojên ku vî dilî û van dilan ji zivistanê derxinin. Hemu demên salê li me bikin bihar. Heke jiyana me têrê neke ji, disa dixwazim hêvidar bim.
Ji ber ku dizanim roja hêvî bi mire, mirov ji pêre di mire.
Jiyana bê hêvî ne tu jiyane. Mina jiyana mihane.
http://www.haksozhaber.net/author_article_detail.php?id=5865